Şehîd Xelîl Mihemed Elî li goristana Dirbêsiyê hate oxirkirin

Bi sedan ji şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Zirganê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xelîl Mihemed Elî li goristana şehîdan a li Dirbêsiyê spartin axê.

Îro şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Zirganê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xelîl Mihemed Elî ku di 13’ê Mijdarê de dema erka xwe pêk dianî şehîd bûbû, li goristana Dirbêsiyê spartin axê.

Di merasîmê de endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Salim Salim axivî û sersaxî da malbata Ş.Xelîl Mihemed Elî.

Salim diyar kir ku şehîd bi fedekariyên xwe civakê ber bi azadiyê ve dibin.

Her wiha endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Navçeya Zirganê Alan Dawûd jî got:

“Îro xwîna bav, law, xwîşk û bira di oxira pêkanîna azadiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dibe yek.

Em soz didin Ş.Xelîl, hevrêyên wî û tevayî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em ê rêwîtiya şehîdan ji bo pêkanîna armancên wan, dewam bikin.”

Bi navê malbata şehîd jî birayê şehîd Ehmed Elî diyar kir ku ew ê di oxira parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hîna jî fedekariyan bidin.

Back to top button