
Hêzên hikumeta Şamê îro bi moşekan gelek bajarokên başûrê Idlibê topbaran kirin. Li aliyê din Îsraîl vê sibehê 2 moşek avêtin Colanê û avahiyek li başûrê Şamê kir armanc.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand “Hêzên hikumeta Şamê gundên Bilyon , jozêf , Iblîn ên Cebel El Zawiye yê li başûrê Idlibê kirin armanc û ziyanên madî çêbûn.”
SANA: Hêzên Israîlê 2 moşek avêtin Başûrê Şamê
Li aliyekî din Ajansa hikumeta Şamê SANA ragihand “Hêzên Israîlê 2 moşek ber bi Colanê ve avêtin û avahiyeke vala li başûrê Şamê kir arman.”
Li ser encam û ziyanên van her du êrişan tu agahî nehatin biparvekirin.