Meşa Ciwanan piştî 3 rojan gihişte deriyê Sêmalka

Meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger ya li dijî êrişan û ji bo azadiya Rêber Apo piştî sê rojan gihaşte Deriyê Sêmalka.
Ciwanan li deriyê Sêmalka daxuyaniyek dan û tevlî konê çalakiyê ya li Sêmalka ya malbatên şehîdan a ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan, bûn.
Ciwanên ku li ser pira Sêmlka helwesta PDK’ê şermezar kirin bûn hedefa hêzên PDK’ê.
Hêzên PDK’ê bi gule, kevir û bombeyên gazê êrişî ciwanan kir.
Di encamê de 15 kes birîndar bûn. Ji birîndaran birîna 2 kesan girane.

Meşa dirêj a Tevgera Ciwanan ya li dijî êrişan û ji bo azadiya Rêber Apo piştî sê rojan îro gihaşte Deriyê Sêmalka.

Meşa dirêj a Ciwanan ku Tevgera Ciwnên Şoreşger ên Sûrî û Yekîtiya Jina Ciwan di bin slogana “Werin Cenga Azadiyê” de organîze kir, ji bajarê Qamişlo dest pê kir û di bajarokên Tirbespiyê, girkê Lekê û Rimêlan derbas bû.

Îro dane sibê gihaşte bajaroka Xaneserê.

Li Xaneserê şêniyan bi tililiyên dayîkan pêşwaziya ciwanan kir.

Hêzên PDK’ê li dergeha Sêmalka bi gule û Bombeyên Gazê êrişî Ciwanan kir

Ciwanan li Deriyê Sêmalka tevlî çalakiya konvedanê ya malbatên şehîdan ya ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ên ku li ser destê PDK’ê hatin şehîdxistin, bûn.

Di bin konê çalakiyê de ciwanan ji bo şermezarkirina helwesta PDK’ê daxuyeniyek da.

Piştre ciwanan berê xwe da ser pirê ji bo ku helwesta PDK’ê a ku cenazeyên şehîdan radest nake şermezar bikin.

Lê çekdarên PDK’ê bi kevir, gule û bombeyên gazê êriş bir ser ciwanan.

Di êrişa hêzên PDK’ê ya li ser Ciwanan de, 2 jê giran, 15 kes birîndar bûn

Di encama êrişa PDK’ê li ser ciwanan 15 KES birîndar bûn. Ji kesên birîndar birîna 2’yan girane û ew rakirin Nexweşxaneya Dêrikê.

Back to top button