Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana ketina gundê Mihsenlî têk bir

Êrişên ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve li ser herêmê bênavber dewam dikin. Duh jî li ser gundên Minbicê êriş hebûn.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana ketina çeteyan a gundê El-Mihsenlî têk bir.

Doh çeteyên dewleta Tirk gundê Qêrata, Kor Hiyok, Um Edesa û El-Yaşelî ên Minbicê bi dijwarê topbaran kirin.

Tevî topbaranê, çeteyan hewl da têkevin gundê El-Mihsenlî yê Bakur Rojavayê Minbicê.

Lê belê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva wan da.

Di ncamê de hewldana çeteyan a ketina gund hat têkbirin.

Back to top button