Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê bîlançoya sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê eşkere kir. Rêxistinê eşkere kir ji roja dagirkirina Efrînê ve, zêdetir 650 welatî hatin kuştin û zêdetirî 8 hezar kes jî hatin revandin. Hat diyar kirin derdora 60 cihên dîrokî jî hatin wêrankirin.
Ev nêzî 4 sal in, Efrîn ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin.
Di van salan de dagirkeran ji bo zextê li welatiyên li Efrînê mane bikin û wan bidin koçberkirin serî li hemû rê û rêbazên qirêj dan.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi daxuyaniyekê bîlançoya sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên ji destpêka dagirkirina Efrînê û heta dawiya sala 2021’an bi daxuyaniyekê eşkerer kir.
Bi dehan ji endamên rêxistinê, Yekîtiya Parêzerên Herêma Efrînê û nûnerên partiyên siyasî li Kampa Serdemê ya li Şehbayê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Li gorî daxuyaniyê bîlançoya sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ên 4 salan wiha ye:
Ji roja dagirkirina Efrînê zêdetir 650 kes di nav de 84 jin hatin kuştin
-Zêdetirî 300 hezar welatiyên Efrînê yên resen hatin koçberkirin û hîna jî koçberkirina bi darê zorê didome.
-Rêjeya Kurdan li Efrînê daket ji 25%.
-400 hezar kesên ji herêmên din ên Sûriyê li Efrînê hatin bicihkirin.
-Ji ber hejmara zêde kêsên li Efrînê hatine bicihkirin, zêdetir 30 kamp û 30 avahiyên mêtîngeriyê hatin avakirin.
Di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de dewleta Tirk, navên kolan, qad, dibistan, nexweşxaneyan guhertin û navên Tirkî lê hatin kirin.
– Zimanê tirkî di dibistanan de hatin ferzkirin.
– Cihên pîroz û mezarên Êzidiyan hatin rûxandin.
– Nasnameyên Tirkî ji bo sivîlên Sûriyê yên li herêmên dagirkirî hatin çêkirin.
8 Hezar û 63 kes hatin revandin, 35 hezar dar hatin birîn û şewitandin
– Di nava 4 salan de 655 sivîl ji wan 90 kes di bin îşkenceyê de hatin kuştin. Ji wan 84 jin in.
– 8 hezar û 63 kes revandin, çarenûsa zêdetirî 2 hezar ji wan ne diyar e.
– Zêdetirî 696 kes di encama bombebarana Tirkiyê û çeteyên wê birîndar bûne.
– 217 bûyerên teqîna mayînan û bombeyan pêk hatin.
– Zêdetirî 333.900 dar hatin birîn.
Zêdetirî 12 hezar darên zeytûnê û darên din hatin şewitandin.
– Zêdetir 11 hezar hektar ji erdê çandiniyê hate şewtandin.
– Bi hezaran mal hatin desteserkirin û firotin.
-Derodar 60 şûnwar û girên dîrokî hatin wêrankirin.
-Zêdetirî 28 mezarên mezin û olên cûda hatin xirabkirin.
Di daxuyaniyê de binpêkirinên sala 2021’an jî hatin eşkerekirin
Li gorî vê
– 51 kes hatin kuştin.
– 718 kes hatin revandin.
– 17 cihên dîrokî hatin wêrankirin.
– 23 hezar û 500 dar hatin birîn.
Zêdetirî 30 avahiyên mêtîngeriyê hatin avakirin.
– Zêdetirî 160 mal hatin desteserkirin û zêdetirî 75 mal û bi dehan dikan hatin firotin.
Rêxistina Mafên Mirovan di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî, mirovî kir ku bi erka xwe rabin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe rawestîne, hêzên xwe ji herêmên dagirkirî vekişîne.