Baregeha Amerîkî “Eyn Esed” hat armancgirtin

Di vê hefteyê de 2 carin banrgeha Eyn Esed dibe hedef. Doh dîsa bi çend moşekan baregeha leşkerî ya Eyn Esed ya li Iraqê bû hedef.

Koalîsyona Navneteweyî ragihand ku doh bi şev baregeha wan ya li Iraqê Eyn Esed bi çend moşekan hat hedefgirtin.

Moşek ji aliyê sîstema parastinê ve hatin pûçkirin.

Li gorî medya Iraqê, moşek ji gundê Bestamiye ku 25 kîlometreyan dikeve rojavayê navçeya Hîtê hatine avêtin û tu ziyan çênebûne.

4’ê vê mehê jî dîsa bi heman rengî, ev baregeh rastî êrişê hat.

Êriş bi du dronan pêk hat û her du jî hatin xistin.

Back to top button