Şêniyên navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê jî banga derxistina PKK’ê ji ”Lîsteya Terorê” kir.
Şêniyê bi navê Mam Şiwan anî ziman ku PKK’ê tevgerek azadîxwaz e û got:
”PKK’ê li ser asta cîhanê ji bo mirovahiyê têkoşînê dike.
Di şert û mercek wiha de, derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê gelek girîng e.
Ji ber ku tenê PKK nûnertiya rasteqîn a gelan dike.”
Şêniyê bi navê Silêman Wertî jî li ser kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ got:
“Sûdê vê pêngavê hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê heye.
Heta ku PKK’ê ji lîsteya terorê neyê derxistin wê Rojhilata Navîn aram nebe.”
Her du şêniyan banga tevlibûna kampaniyayê li her mirovê azadîxwaz kirin.