HPG’ê: Ji ber êrişên hewayî hêzên gerîla ti windahî nedan

HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di navbera 2 û 6’ê Çileyê de Herêmên Parastinê yên Medyayê bi balafirên şer bombebarankirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên hewayî ên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku êrişên dagirkeran 5 rojan dewam kirin.

HPG’ê ragihand di navbera 2 û 6’ê Çileyê de gelek qadên bi ser herêmên Zap, Garê, Avaşîn, Xakurkê û Metîna bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Hat ragihandin di van êrişan de hêzên gerîla ti windahî nedan.

Her wiha HPG’ê ragihand 5’ê Çileyê artêşa Tirk a dagirker li qadên Gundê Kerwas, Gundê Memyat û Gundê Mehle yên herêma Şehîd Kendal a Amedê bi konvoyek ji 32 wesayitan dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir.

HPG’ê da zanîn hêzên dagirker piştî ku yekîneyên xwe yên veşartî li vê herêmê bi cih kirin, vekişiyan.

Back to top button