Li navçeya Şedadê piştî xebata 3 mehan baxçeyê giştî hat vekirin

Şaredariya Gel a Şedadê ya Kantona Hesekê tevî derfetên kêm, piştî kar û xebata 3 mehan, xebatên sererastkirina baxçeyê giştî bi dawî kir. 

Bi armanca geşkirina navçeyê, Şaredariya Gel a Şedadê li taxa başûr, baxçeyê giştî bi rûbera 5 doniman sererast kir.

Endamê rêveber ê Beşa Jîngehê ya şaredariyê Ehmed Siûd diyar kir ku sererastkirin bi hevkariya Rêxistina Rizgarkirina Zarokên Cîhanê hat kirin.

Siûd ragihand li Şedadê ev baxçe yê yekemîn e.

Her wiha destnîşan kir ku zêdetirî 250 dar li baxçe hatine çandin, kursî û stûnên ronîkirinê jî lê danîne.

Dawiyê Ehmed Siûd bang li gelê navçeyê kir ku parastina avahî û deverên giştî bikin.

Back to top button