Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê şaxa Stenbolê ji bo Newrozê şeva piştevaniyê li dar xist. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan bang kir ku “em mil bidin milê hev, bimeşin qada newrozê.”
Rêxistina HDP a Bajarê Stenbolê her sal beriya Newrozê şeva xwarinê ya piştevaniyê li dar dixe.
HDP’ê îro jî li navçeya Şîşliyê şeva piştevaniyê li dar xist.
Hevserok û parlamenterên HDP’ê, Dayikên Aştiyê, Çalakvanên TJA û gelek kes beşdarî şeva piştevaniyê bûn.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî di bernameyê de axivî û diyar kir ku têkoşîna wan mezin e û xwest her kes li dora têkoşînê bibe xelek.
Bûldan bal kişand ser girîngiya pîrozbahiyên Newroza îsal û got:
“Ez bang gelê me yê hêja dikim ku biherikin qadên pîrozbahiya Newrozê.
Werin em mil bidin milê hev û bi hev re di rêya azadiyê de bimeşin.”
Piştî axaftinan hunermendan stran gotin û dawiyê de govend gerandin.