Li hemberî biryara hikûmeta Iraqe ya çêkirina sînoran di navbera civakên Êzidî û Ereb ên li Şengalê welatiyên bi meşekE girseyî biryar şermezar kirin.
Li dijî hewildana hikumeta Kazimî ya avakirina sînorên di navbera civaka Êzidî û Ereban de îro di saetên piştî nivro de li Gundê Xelef ê Navçeya Sinûnê meşek hat li darxistin.
Di meşê de ji pêkhateyên Ereb û Êzidiyan gelek kesan tevlî meşê bûn.
Li pêşiya nuqteya leşkerên Iraqê daxuyaniyek ji aliyê Hevserokê Meclisa gundê Hesewîkê Xidir Salih ve hate dayîn û gotin:
“Em weke eşîr û serok eşîrên Ereb û Êzidî li şengalê, kiryarên hin aliyên hikumeta Iraqê bi danîna têl di navbera gundên Ereb û Êzdiyan ya li şegnalê şermezar dikin.
Li ser vê erdnîgariyê gelek şer qewimîn û hemû jî dixwestin navbeyna me Êzidî û Ereban perçebûnê çêbikin.
Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku carekî din di mijara têlkirina gundan de bihizire û bi biryarekî ku ne aliyên siyasî yên Iraqê razî bike peşkeş bike.