Li Minbic û Şedadê merasîma oxirkirina 2 şehîdan hebû. Her wiha li Qamişlo 100 şehîdên meha Adarê ku di salên cûda de şehîd bûne hatin bibîranîn.
Şehîd Ebdurehîm El-Eyûb li gundê El-Bo Xaz ê rojavayê Minbicê di 14’ê Adara 2022’an şehîd bû.
Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd li goristana şehîdan a gund oxir kir.
Şêniyên Şedadê şervanekî QSD oxir kir
Selah Nûrî El-Hemed li navçeya Sorê ya bakurê Dêrazorê di dema li ser erka xwe ya leşkerî de bû, şehîd bûbû.
Şêniyan cenazeyê şehîd Selah Nûrî El-Hemed li goristana Şehîdan ya navçeya Şedadê oxirkirin.
Di merasîmê de yek ji fermandarên Meclisa Sor ya Leşkerî Garzan Dêrazor axivî û got:
“Em ê heta pêkanîna Sûriyek demokratîk ya nenavendî li ser şopa wan bimeşin.”
Li Qamişlo şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna 100 şehîdên YPJ – YPG`ê, QSD`ê û gerîla her wiha şehîdên 11’ê Adarê û Serhildana 12`yê Adarê merasîmek li dar xist.
Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û şêniyên bajar beşdarî merasîma bîranînê bûn.