Dayîkên şehîdan li gundê Itêşan ê bajarokê El-Qeremanî yê Dirbêsiyê, bajarok û navçeyên Hesekê û Dêrikê agirê Newrozê pêxistin.
Li seranserî Rojava agirê newrozê hat pêxistin.
Bi nêzbûna cejna Newrozê re Meclisa Bajarokê El-Qeremanî ya Dirbêsiyê ya Hesekê şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de bi dehan ji şênî, gundên derdorê û endamên saziyên sivîl ên bajarok amade bûn.
Dayîkên şehîdan ên navçeyê agirê Newrozê pêxist û li dora agir govend gerand.
Bajarokên Hesekê agirê Newrozê pêxistin
Di çarçoveya pîrozbahiyên cejna Newrozê de meclisên bajarok û navçeyên Hesekê gelek şahiyên hunerî li dar xistin û agirê Newrozê pêxistin.
Li bajarokê Tiwêne yê li aliyê rojava û li avahiyên Efrînê yên başûrê bajêr dest pê kirin.
Malbatên şehîdan ên Tiwêne û malbatên şehîdan ên Efrînê agirê Newrozê di du pîrozbahiyên cuda de pêxistin.
Di şahiyê de gelek axafin hatin kirin û kesên axivîn gotin:
“Em bi vîna gelan Newroza 2022’yan bikin Newroza rizgarkirina gelan ji dagirkerên mîna Erdogan û çeteyên wî.
Newroz cejna hezkirin û aştiyê ji tevahî gelan re ye.”
Li Dêrikê pîrozbahiyên Newroza 2022`an didome
Şêniyên Dêrikê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Tirafîkê li taxa Şehîd Mezlûm a Dêrikê kom bûn û agirê Newrozê pêxistin.
Piştî agirê Newrozê hate pêxistin, govend hatin gerandin.