Meclisa Kantona Şehba dagirkirina Efrînê şermezar kir û teqez kir ku Efrîn bi erêkirina Rûsya û Amerîka hat dagirkirin. Meclisa bîr xist ku şervan û gelê Efrînê destanên lehengiyên nivîsandin. Meclisa Şehba bang li Amerîka û Rûsya kir ku dagirkeriya dewleta Tirk li herêmê bi dawî bike.
Sibê salvegera duyemîn a dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê ye.
Meclisa Kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê dagirkirî şermezar kir.
Meclisa Şehba destpêkê hebûna bi sedhezaran koçberên Sûrî yên li herêmê bicih bûne bibîrxist û diyar kir ku gelê herêmê ew himbêzkirin.
Meclisa Şehba daxuyakirin ku êrîşa dagirkeriyê bi erêkirina Rûsiya û Amerîka pêk hat û wiha got:
Dewleta Tirk di roja yekê ya dagirkirinê de çekên herî pêşketî, 72 balafir û bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û Nûsrayê bi kar anî.
Ev êrîş jî bi erêkirina Amerîka û Rûsya pêk hat
Meclisa Şehba teqez kir ku armanca Tirkiyê ji êrîş û dagirkirinê, wêrankirin û hilweşandina destkeftiyên gelê Kurd bû.
Meclisa Şehba balkişand ser berxwedana 58 rojan a şervan û gelê Efrînê û diyar kir ku di şexsê Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û Karker de destanên lehengiyê hatin nivîsandin.
Meclisa Şehba îşaret bi sûcên şer yên Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê jî kir û anî ziman ku Tirkiyê demografiya Efrînê diguherîne û siyaseta Tirkirinê ferz dike.
Meclisa Şehba di dawiyê de bêdengiya cîhanê li hemberî van sûcan jî bîr xist û ev bang kir:
Em bang li Rûsya û Amerîka kir ku dagirkeriya dewleta Tirk di serî de Efrîn li tevahiya herêmê bi dawî bike.
Bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku xebatên rizgarkirina bakurê Sûrî û vekirina deriyê diyaloga bi Rêveberiya Xweser pêk bînin, da ku welatekî demokrat ji bo hemû pêkhateyan were avakirin.