KJK: Rêber Apo bi rihê Newrozê agirê şoreşê digîhîne gelan

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê bi boneya cejna Newrozê peyamek da. KJK’ê dibêje: “Divê hemû jin bi rihê serhildan, berxwedan û serfiraziyê, biherikin qada Newrozê. Newroza Rêbertî bikin Newroza azadiyê û sedsala 21’ê bi peşengiya jinê veguherînin şoreşa gelan.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyek da.

KJK’ê di şexê Mazlûm Dogan, Zekiya Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvan Semayan de, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û cejna Newrozê li Rêber Apo pîroz kir.

KJK’ê da zanîn Nerwroz berxwedan li dijî Metîngeriyê ye, ku Rêber Apo bi paradîgmaya modernîteya demokratîk bi rihê Newrozê şoreşeke wijdanî û civakî pêk anî, agirê şoreşê gihandiye gelan û her ku diçe ev şoreş cîhanî dibe.

KJK: Jina Kurd bedena xwe bi agir pêçaye û ti hêz nikare vî agirî vemirîne

KJK’ê anî ziman têkoşîna PKK’ê ya 50 salî jinên Kurdistanê yên weke Sara, Rahşan û Zekîya ku bûne Newroz derxistin holê û ev got:

“Jina kurd li dijî her cure êşkenceyê bi bedena xwe newroz pîroz kirin û helwesta ‘Newroz Jiyan e’ nîşan dan.

Jina kurd bedena xwe bi agir pêçaye û ti hêz nikare vî agirê azadiyê bitefîne.

Ev rih îro jî li dijî hişmendiya dewleta mêrserwer têdikoşe û pêşengtiya azadiya civakî dike.”

KJK: Divê jin bi rihê serhildan û berxwedanê biherikin qada Newrozê

KJK’ê der barê pêngava ‘Li dijî faşîzmê dema civaka azad û parastina jinê ye’ ku di sala 2. de didome ev daxwaz kir: Divê hemû jin bi rihê serhildan, berxwedan û serfiraziyê, biherikin qada Newrozê.

Newrozê bikin Newroza têkoşîna hevpar a gelên Kurdistanê û ya jinan.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê dawiya daxuyaniya xwe ev peyam da:

“Em Newroza Rêbertî bikin Newroza azadiyê.

Bi tecrûbeya şoreşa azadiyê ya nîv sedsalî hesabê dîrokî bipirsin.

Sedsala 21’ê bi peşengiya jinê biqulibînin şoreşa gelan.”

Back to top button