PAJK: Newroz Newroz li hemberê dehaqan serhildan e berxwedan e

Koordînasyona Partiya Jinên Azad a Kurdistanê PAJK’ê dazanîn ku newroz li hember hişmendiya metînger berxwedan e serhildan e, newroz cejnekî jinan e. Koordînasyona PAJK’ê bang li gelê kurd taybet jî jinan kir Newroza sala 2022’an bixin destpêka hevdîtina bi Rêbertî re û bi ruhê serhildanê qadan tijî bikin û saltanata dehaqên îro, hilweşînin.

Koordînasyona Partiya Jinên Azad a Kurdistanê PAJK’ê li ser malpera xwe bi boneya newrozê peyamek weşand.

PAJK’ê di peyama xwe de newroza hemû kurdan pîrozkir balkişand li ser rastiya newrozê û got:

“Newroz destpêka jiyana azad e, bi serhildan û berxwedanan ve hat afirandin. Newroz, serhildan e.

Newroz li dijî qirkirin, mêtîngeriya netewî, çandî, bedenî, fizîkî û serweriya zilamê ku di Dehaq de şênber bû wêrekî nîşandayîn e.

Bi rêxistinkirina vê sekna şoreşgerî ve civakî kirin û desthilatdariya dehaqan hilweşandin e. Newroz serîrakirina li hember pergalên mêtînger serwer ve, berxwedanek gel e.

Di vê wateyê de Newroz tevgerek şoreşgerî ye. Newroz di vê wateyê de cejna jinan e. Pîroz kirina Newrozê pîroz kirina biçoşa serkeftinên şoreşekê ye.

PAJK: Wê Newroza 2022’an bibe destpêka hevdîtina bi rêbertî re

PAJK’ê dazanîn ku di dîroka Kurdistanê de berdêla xweşikbûyîna ku azadiya bixwe re anî jî mezin e, Jinên Kurd di şexsê Zekiye Alkan, Rehşan Demîrel Ronahî û Bêrîvanan de bedena xwe kirine goga ji agir û welê Newroz pîroz kirine û wateya dîrokî li Newrozê dane qezenckirin.

PAJK’ê diyar kir ku çawa jinên Kurdistanê 8’ê adarê ji hemû jinan re pêşengtiyê kir divê Newroza Rêbertî ya sala 50’emîn re jî pêşengtiyê bikin, heta dawiya mehê bi çalakiyên newrozê ve pêşengtiya xwe ya civakî pêk bînin vê salê têxin sala azadiya Rêbertî..

Qadên Newrozê tije bikin û desthilata dehaqên îro hilweşînin

PAJK’ê teqezkir ku Newroza 2022’an wê bibe destpêka hevdîtina bi Rêbertî, wê sedsala 21’emîn jî bike sedsala azadiya jinan. Em baweriya xwe ya azadiyê bi çoşa Newroza 2022’an re dikin yek û bi vê coşê ve carek din cejna Newrozê ya hemû jinan pîroz dikin.

PAJK’ê di dawî de bang li hemû gelê Kurd taybet jî jinan kir ku coşa Newrozê mezin bikin, qadan bi ruhê serhildanên tijî bikin û saltanata dehaqên îro, hilweşînin.

Back to top button