MXDŞ: Em bi saya Rêber Apo êdî dikarin agirê Newrozê pêxin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya cejna Newrozê peyamek belavkir û got : “Gelê me bi saya fikir û ramanên Rêber Apo êdî dikare li ser axa xwe agirê Newrozê pêbixe û xwe gihandiye vê astê. Divê li her derê hedef azadiya fizikî ya Rêber Apo be.”

Meclîsê di peyama xwe de wiha got :

“Dijmin bi şerê xweyê taybet û pilanên qirêj, li ser gelê me wisa kiribû ku civaka Êzidî xwe ji vê roja pîroz dûr bixe..

Piştî civaka Êzidî karibû xwe li ser fikir û ramanên Rêber Apo rêxistin bike , êdî cejna Newrozê wekî, cejna berxwedaniyê dîtin.

Di salên borî de û îsal jî civaka me bi pêxistina agirê Newrozê hebûna xwe dan îspatkirin..

Agirê newrozê ku di dîrokê de li hember zaliman hatiya pêxistin, bi keda şehîdan heya îro jî ne vemiriye.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dawiyê bang li civaka Êzidî kir ku biherikin qada Newrozê ya .

Back to top button