Semîr Ezam: Projeya Rêveberiya Xweser li Siweydayê li ber avabûnê ye

Li parêzgeha Siweydayê xwepêşandanên şêniyan dewam in. Muxalifê ji Swêdayê Semîr Ezam diyar kir ku ji sedemên sereke yên xwepêşandanên li Siweydayê rewşa debarê ya nebaş e û projeya Rêveberiya Xweser weke îareserî nîşan da. 

Semîr Ezam anî ziman ku ji ber gelek sedeman xwepêşandanên girseyî li Siweydayê li dar dikevin û got:

“Ji wan sedeman nebaşbûna rewşa debarê û ya xizmetguzariyê ye.

Her wiha da ku helwesta Siweydayê ya dijberî rejîmê bighêje hundir û derve.”

Ezam diyar kir ku armanca şêniyên Siweydayê ji van xwepêşandan ew e ku zemînek ji bo dîtina projeya çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re were avakirin û wiha domand :

Projeya rêveberiya xweser li siweydayê li ber avabûnê ye.

Ji ber ku tenê bi vê pirojeyê wê pirsgirkên wan çareser bibin.

Ezam dawiyê tekez kir heger rewş bi vî rengî dewam bike wê xwepêşandanên aştiyane li parêzgehê dewam bikin.

Back to top button