Dagirkeran ji nava 6 rojan de 6 welatî revandin

Çeteyên dewleta Tirk nava 6 rojên dawî de ji Efrîna dagirkirî, yek jê jin 6 welatî revandin.

Hat ragihandin çeteyên dewleta Tirk di 19’ê Adarê de welatiyên bi navê Îsam Mistefa Mihemed û Mistefa Eyûb Hiso ku li navenda Efrînê diman, revandin.

Her wiha di 20’ê Adarê de jî çeteyan jina bi navê Fîdan Ehmed Yazo ya ji gundê Çema yê Şerayê revandin û di berdêla berdana wê de 20 hezar dolar xwestin.

Her wiha, di 21’ê Adarê de çeteyan Bekir Emîn Xebû yê ji gundê Umera yê navçeya Raco li benda kontrolê a li taxa Mehmûdiyê revandin.

Di 22’ê Adarê de jî çeteyên bi navê ‘Polîsa Leşkerî’ Ednan Ebdo Şêxo yê 61salî û Hesen Ebdo Şêxo yê 50 salî revandin û birin cihekî nediyar.

Back to top button