Li Şengalê Tevgera Jinên Êzidî komxebatek pêk anî

Duh li Şengalê Rêxistinên Jinên Êzidî komxebateke pêk anîn. Di komxebatê de jinan diyar kirin ku ewê ji bo pêkanîna Şengaleke Xweser hîn zêdetir rêxistinbûna xwe xurtir bikin. Her wiha jinên Êzidî diyar kirin ji bo azadiya Rêber Apo jî ewê têkoşîna xwe mezintir bikin.

Komxebatek bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî -TAJÊ û bi slogan “Felsefeya Rêber Apo Bingeha Azadiya Jinên Êzidî ye” pêk hat.

Tê de hemû endamên jin yên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî komxebatê bûn.

Axaftina destpêkê ji aliya Berdevka TAJÊ Sabîha Sebrî ve hate kirin

Sabîha Sebrî da zanîn fikir û ramanê Rêber Apo ji jinên Êzidî re bû ronahî û ew ji tarîtiyê derxistin û got;

Weke jinên Êzidî çawa ku pêwîstiya me bi nan û av heye bi xwendina fikir û felsefeya Rêber Apo jî heye.

Em ne jinên beriya 2014’an ne, me fikirê azadiyê êdî naskir.

Piştî Axaftina Sahîba Sabrî perspektîfên Rêber Ocalan yên li ser jinên Êzidî hate xwandin.

Piştî wê di derbarê jiyana Rêber Ocalan de sînevîzyonêk hate nîşandan.

Ji Endamên Tevgara Jinên Êzidî yên Rusya, Elmanya û Ermenistanê peyamên bi dîmen hatin û her wiha semîner hatin dayîn.

Riham Hiço: Felsefeya Rêber Apo tu car ji ya Êzdiyatî dûr nebû ye

Derbare hevbeşiya felsefeya Rêber Ocalan û felsefeya Êzidayetiyê de Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Heco ve semînerek da û got; “Felsefeya Rêbertî ti car ji felsefeya Êzdatiyê dûr nebûye. Me ti carî ola xwe nexistiye xizmeta dewletan.

Felsefeya Rêber Apo jî li ser esasê têkbirina pergala kapîtalîzmê derketiye û ji bo ku tarîtiya heyî ronî bike.

Suham Şengalî: Rêber Apo şoreşa Kurdistanê kiriye şoreşekî civakî

Endama Diplomasiya TAJÊ Suham Şengalî jî di derbarê jin û felsefeya Rêber Ocalan de semînera dûyem da û got;

“Di têkoşîna şoreşa Kurdistanê de ku bi fikirê Rêber Apo ve hatiye li darxistin cîhekê taybet ji bo jinê hatiye dayîn. Rêber Apo şoreşa Kurdistanê kiriyê şoreşeke civakî.”

Riham Hesen: Fikrê Rêber Apo ji bo me bû bingeh em xweseriya xwe ava bikin

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen jî balkişand li ser xweseriya Şengalê û got:

“Eger em weke civaka Êzidî xweseriya xwe ava nekin emê tine bibin, niha jî fikirê Rêber Apo bû bingeh ji me re em xweseriya xwe ya demokratik ava bikin.”

Komxebat bi diruşmaya ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Back to top button