Rûken Ehmed: Tirkiye bi rêya PDK’ê dixwaze hovîtiya xwe li dijî Kurdan bidomîne

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed li dijî plana Tirkiyê û PDK’ê ya li dijî gerîla dibêje: Tirkiye dixwaze bi rêya PDK’ê li dijî kurdan hovîtiya xwe bidomîne.
Der barê êrişên li ser herêmê jî Rûken Ehmed bang li gel kir ku li dora hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî bicivin û bersiva êrişên dagirkeriyê bidin.

Dema dawî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê zêde bûne û plana wê û PDK’ê ya li dijî gerîlayan jî di rojevê de ye.

Têkildarî van êrîşan û geşedanên dawî Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed ji ajansa Hawarê re axivî.

Rûken Ehmed destpêka axaftina xwe bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û got:

“Tirkiye dixwaze di rêya PDKê re hovîtiya xwe li dijî kurdan bidomîne.”

Rûken Ehmed: Lêkirina dîwar bi armanca qirkirina gelê Êzidî ye

Rûken Ehmed behsa lêkirina dîwarê di navbear Şengal û Rojava de jî kir û got ev yek bi aarmanca qirkirina gelê Êzidî ye.

Rûken Ehmed: Divê gel li dora hêzên leşkerê kom bibe û destekê bide

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî da zanîn ku gelê herêmê li ber xwe dide û banga kobûna li dora hêzên leşkerî yên l iherêmê kir.

Back to top button