Pêngava paqijkirinê ku ji aliyê TEV-DEM’ê ve hatiye destpêkirin, 17 roj in dewam e.
Di çarçoveya pêngavê de, 4 roj in devera Sîna’a ya Qamişlo tê paqijkirin.
Pêngava paqijkirinê li Qamişlo bi slogana ‘Paqijiya bajêr paqijiya civakê’ 28’ê Adarê dest pê kir.
Pêngav ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê ve hatiye destpêkirin.
Gelek sazî û yekîtî jî beşdarî pêngavê dibin û tax û deverên bajêr paqij dikin.
Îro 4 roj in çerxerêya Sinaa heta ya Iwîca ji aliyên yekîtiya dikandaran û yekîtiya parêzerên Qamişlo ve tê paqijkirin.
Beşdarên pêngavê wiha nerînên xwe der barê paqijkirina bajêr û derdorê de tînin ziman:



