Benny Gustafson: Bila dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê û Rojava derkeve

Dostên Kurdan jî li dijî van êrişên li ser gerîla xwedî helwest in û banga rawestandina wan dikin.
Ji Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Benny Gustafson û Per Olov Nordin bang li dewleta TIrk kirin ku ji Başûrê Kurdistan û Rojava derkeve.
Koordînasyona Komalên Ciwan jî bi daxuyaniyekê bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir ku her cih bibe qada berxwedanê.

Ne tenê gelê Kurd, dostên wan jî li dijî êrişên Tirkiyeya dagirker xwedî helwest in û nerazîbûnan nîşan didin.

Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Benny Gustafson Benî Gastifsin bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanşî êrişa TIrkiyê ya li dijî gerîla da.

Gustafson diyar kir ku armanca sereke ya desthilatdariya AKP-MHP’ê tunekirina PKK’ê ye ku gelê Kurd diparêze.

Gustafson anî ziman ku PKK ji bo demokratîkbûna herêmê, parastina ekolojiyê û azadiya jinê têdikoşe.

Benny Gustafson bang li dewleta Tirk kir ku ji Başûrê Kurdistanê û Rojava derkeve.

Per Olov Nordin: Ji ber sûcên Tirkiyê divê mirov li ber endamtiya wê ya NATO’yê rabin

Per Olov Nordin Pê Olo Nudîn jî ku ji rêveberên Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ye nrazîbûn nîşanî van êrişan da.

Nordin dibêje:

Ji ber sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê, divê mirov li ber endametiya Tirkiyeyê ya li NATO’yê rabin.

Per Olov Nordin bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên şermezarkirinê bibin.

​​​​​​​Koordînasyona Komalên Ciwan: Divê her cih bibe Zap û Avaşîn û berxwedan were kirin

Koordînasyona Komalên Ciwan jî bi daxuyaniyekê bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir ku her cih bibe qada berxwedanê.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de got:

” Divê her cih bibe Zap û Avaşîn, li dijî dijmin li her derê berxwedan were kirin û seferberî were ragihandin.”

Back to top button