Qurbaniyên qirkirina Ermeniyan hatin bîranîn

Doh salvegera 107’an a qirkirina gelê Ermenî bû. Qurbaniyên qirkirinê li paytext Êrîvanê ji aliyê deh hezaran kesî ve hatin bîranîn.

24’ê Nîsana 1915’an weke roja qikirina gelê Eremî tê binav kir.

Di pêvajoya navbera salên 1915 û 1923’an de ji ber êrişên împeratoriya Osmanî bêtirî mîlyonek Ermenî hatin kuştin.

Ên mayî hatin sûrginkirin.

Bi boneya salvegera 107’an, li paytext Êrîvanê û bajarê Stepankert merasîmên bîranînê yên girseyî hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de siyaseta dewleta Tirk û Azerbêcan a li hemberî gelê Eremîn hat şermezarkrin.

Ji ber êrişên ku heta niha li dijî Ermenan kirine, alên van herdû welat hatin şewitandin.

Back to top button