Bi şerê li Ûkrayna re dewletan dest bi kirîna çekan kirine

Şerê li Ûkrayna welatên mezin yên cîhanê di warê kirîna çekan de xist tevgerê. Bi şerê li Ûkrayna re, li tevahî cîhanê kirîna çekan zêde bûye. Welatên herî zêde çekan dikirin jî, Amerîka, Almanya welatên Ewropa û Çînin.

Not: van herdu dimenan ser hev dênin û logoyan rakin

Di dawiya meha Sibatê de bi destpêkirina şerê Ûkraynayê re dewletan dest bi kirîna çekan kirin.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Schûlz sê roj piştî destpêkirina şerê Ûkraynayê ji bo modernîzekirina artêşê 100 milyar euro amade kir.

Welatên wekî Polonya, Belçîka, Swêd û Danîmarkayê jî ji bo artêşan fon amade kirin û tê payîn ku DYA ya di warê mesrefên leşkerî de gelekî pêş e, wê lêçûnên xwe zêde bike.

Serokê DYA’yê Joe Biden di dawiya meha Adarê de ji Kongreyê xwest ku di sala 2023’an de 813 milyar dolar bide karên parastinê.

Li gorî sala berê 31 milyar dolar li vê lêçûnê zêde kirine.

Li gorî Enstîtıya Lêkolînên Aştiyê yên Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) di navbera salên 2011 û 2020’an de lêçûnên leşkerî ji sedî 9,3 zêde bûye.

Tenê di sala 2020’an de li cîhanê bi hezar û 981 milyar dolar çek hatine kirîn.

Lêçûnên leşkerî li Asya û Okyanûsyayê jî zêde bû.

Çînê di navbera salên 2011 û 2020’an de budçeya xwe ya leşkerî ji sedî 76 zêde kir.

Çîn bûye welatê ku herî zêde keştiyên şer çêdike û di warê fuzeyên hîpersonîk de jî derket pêş.

Welatên wekî DYA, Hindistan, Japonya û Fransayê jî ji bo geşbûna leşkerî bername çêkirin.

Di salên dawîn de dewletan berê xwe dane dronên taybet ên ji bo şer.

Di heman demê de li ser hişê çêkirî yê ji bo leşkerî jî disekinin.

Back to top button