Dewleta Tirk plan dike projeyên mêtîngeriyê li 13 herêmên dagirkirî ava bike

Di çarçoveya guherîna demografya herêmê de dewleta Tirk amadekariyan dike ku mîlyonek koçberên Sûrî vegerîne herêmên dagirkirî.

Serokê rêjima dewleta Tirk Erdogan ragihand ku wê yek mîlyon koçberên Sûrî li herêmên dagirkirî bi cih bikin.

Hat ragihandin projeya mêtîngeriyê dê li 13 herêmên dagirkirî li Bakurê Sûriyê ên mîna Ezaz, Cerablûs, Girê Spî û Serêkaniyê werin avakirin.

Ev projeya mêtîngeriyê ku armanc jê guhertina demogarfiya bakurê Sûriyê ye û valakirina herêmê ji Kurdan e bi desteka Qeterê tên çêkirin.

Rojnameya El Ereb behsa vê mijarê kir û wiha got: Xuya ye kaxeza koçberên Sûriyê ku serokê Dewleta Tirk Erdogan dem bi dem pê gef li Ewropa dikir, nema sûdê jê digire.

Erdogan bi nêzîkbûna dema hilbijartinên Tirkiyê dixwaze xwe ji kaxeza koçberên Sûriyê xilas bike,

Rojnameya El Ereb diyar kir ku vgerandina koçberan li Sûriyê kaxezeke nû ya bazarê bi Hikûmeta Şamê re ye,

û Tirkiyê bi vê dixwaze deriyê diyalogê bi Hikûmeta Şamê re veke.

Back to top button