Piştî Lîverpool, Real Madrîd bû fînalîstê duyemîn

Ji bo diyarkirina fînalîstê duyemîn ê Lîga Şamyonên Ewrûpayê, tîmên Rela Madrîd û Manchester City hatin pêşberî hev. Zor jî be tîma Spanî di deqeyên dawî de karîbû biser keve.

Li paytexta Spanyayê Madrîdê, li Stadyuma Santiago Bernabeu bêtirî 65 hezar kes doh bi kelecan li benda encama maça Real Madrîd û Manchester City bûn.

Lewma erka tîma paytext Madrîdê ku di maça derbasbûyî de 3-4 li hemberî City têk çûbû ne hêsan bû.

Beşa destpêkê ya maçê bê gol bi encam bû.

Li di beşa duyemî û deqeya 73’an a maçê de tîma Îngilîz bi saya gola Riyad Mahrez ket pêş.

Vê yekê barê Rela Madrîd zehmetir kir û êdî wisa lê hat ku ti hêviya wê ya serketinê nehat dîtin.

Lê di kêliya dawî ya maçê de lîstikvanê Real Rodrygo di nava deqeyekê de 2 gol avêtin.

Encamê 2-1 a maç têra herdû tîman nekir ku bibin fînalîst.

Ji ber wê dema zêde destpêkir û di deqeya 95’an Karîm Bezema bi rêya penaltî gola sêyemîn avê.

Piştî wê her çendî tîma Îngilîz hewl da ku encamê bughere lê biser neket.

Bi vî awayî piştî Liverpool, Real Madrîd bû fînalîstê duyemîn ê Lîga Şampyonan.

Maça fînalê 28’ê Gulanê li paytexta Fransa Parîsê tê lîstin.

Back to top button