Hunermendên Kurd: Divê hêzên Kurd piştgiriyê nedin êrişên dagirkeriyê ên dewleta Tirk

Hêrs û nerazîbûna Kurdan ya li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker û hevkariya PDK’ê her diçe zêde dibe.
Hunermendên Kurd dibêjin divê hêzên Kurdistanî piştgiriyê nedin êrişên dagirgkeriyê yên dewleta Tirk û banga yekîtiyê li Kurdan kirin.

Êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran de rê li ber hêrseke mezin ya gelê Kurd vekiriye.

Hunermendên Kurd nerazîbûn nîşanî êrişan û hevkariya PDK’ê dan û destnîşan kirin ku divê hêzên Kurdistanî piştgiriyê nedin êrişên dagirgkeriyê yên dewleta Tirk.

Hozan Canê diyar kir ku dewleta Tirk şereke qirêj, berfireh û mezin li hemberî gerîla daye destpêkirin û got,

“Divê li her çar beşên Kurdistanê em bi hevre dest bidin hevûdu, yekîtiya xwe ya netewî avabikin û vî şerê qirêj rawestînin.

Eger xwîna gerîla birije, xwîna 4 beşên Kurdistanê dirije. Ji ber ku gerîla zarokê 4 beşên Kurdistanê ne. Divê Kurd neyên lîstokên Erdogan.

Hunermend Ganî Nar jî diyar kir hinek kes hîn jî çavên xwe li lîstok û fêlên dijminên Kurdistanê re digirin û got,

“Divê êdî Kurd azadî, destketî û serketinên xwe nekin qurbanê lîstokên dijminên xwe û bi jehra dijmin xwe nekujin.”

Hoşyar Heme Ferec jî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got,

“Divê Tirkiye vê rastiyê fêm bike ku hêz û neteweyek li Kurdistanê heye ku ji wan re tê gotin Kurd û xwedî ziman, maf û çanda xwe ne. Destdirêjîya li ser her beşeke Kurdistanê destdirêjiya li ser hemû Kurdan e.”

Necmedîn Xulamî jî da zanîn êrişên dewleta Tirk ên li dijî PKK’ê heta niha bê encam mane û got,

“Çendîn salin Tirkiyê armanc dike ku hêzên Başûrê Kurdistanê tevlê planên xwe bike. Bi xwe baş dizanin ku hikumeta Tirkiye, AKP dijminê sereke yê gelê Kurd e, tenê dijminê aliyekê yan jî PKK’ê nîne.

Divê hemû hunermend, kesayet û rewşenbîr li hemberî van êrişên li ser Kurdan hişiyar bin.”

Hunermend Hêmin Nanobeat jî got, divê Kurd weke yek netewe ji bo tune nebin, bibin yek.

Hozan Aydin jî bal kişande li ser êrişan û wiha got,

“Mixabin ku em dibînin ku PDK alîkariyê dide vê êrişê. Niha tişta herî sosret ew e, ev alîkarî dayîn ji bo çiye.

Ev zêdetirê 40 salin ku tevgera azadiya Kurdistanê û gerîla, ji bo azadiya welat û şereke bêhempa dike. Ya ji Kurdan tê xwestin, divê piştigiriyê bikin.”

Hunermend Nahîde Fetahî jî ji hunermendan û gelê Kurdistanê xwest ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bêdeng nebin û helwestê nîşan bidin.

Hunermend Farûq Bapîr jî diyar kir dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê dagir bike û ji hemû Kurdan û hunermendan xwest li dijî vê yekê xwedî helwest bin.

Back to top button