Li dijî êriş û hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wan, çalakiyên bersivdayînê yên Hêzên Rizgariya Efrînê dewam dikin.
6 û 7’ê Gulanê, li herêmên dagirkirî, Bab û Marê di encama çalakiyan de 5 leşker û çeteyek dewleta Tirk hatin kuştin..
Li herêma Efrînê jî dronek hate xistin.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên şervanên wan ên bersivdayînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê daxuyaniyel da.
Li gorî daxuyaniyê,
6’ê Gulanê de li herêma Babê şervanan 2 caran li baregeheke artêşa Tirk dane.
Di herdu çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin.
Roja 7’ê Gulanê jî li dijî baregeheke din a artêşa Tirk çalakiyek hatiye kirin û di encamê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin.
Heman rojê li xeta Marê jî di encama çalakiyeke sekvanî de, çeteyek hate kuştin.