Komxebata eşîrên Ereb: Em li kêleka Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên li gundewarên Qamişlo da zanîn ku ew li kêlek Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne û li dijî çi êrişekê amade ne.

Meclisa Leşkerî ya Til Birakê komxebatek ji eşîreyan re li dar xist.

Tê de bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û oldarên navçeyên Til Birak, Til Hemîs û Holê amade bûn û tê de li ser pêşdeçûnên nû û rola eşîran di sekna li hember êrişên li dijî herêmê de hatin nîqaşkirin.

Di Komxebatê de yek ji fermandarên Têkiliyên Giştî ya herêma Cizîrê Ehmed El-Mûsa pêşdeçûnên dawî û xeteriyên li hember herêmê, rola QSD’ê di parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şîrove kirin.

Di komxebatê de şêx û rûspiyên herêmê axivîn û spasiya rola QSD’ê kir.

Şêx û rûspiyan teqezî li ser yekitiya li dijî çi êrişan kir û li kêlek wê jî li ser debara jiyanê ya li herêmê nêrînên xwe parve kirin.

Di dawiya komxebatê de Meclisa Eşîran a herêmê daxuyaniyek da û gotin:

“Em rûspiyên herêmên Til Birak, Hol û Til Hemîsê yên herêma Cizîrê û tevahî hêzên me yên ji Ereb, Kurd û Suryan nahêlin tu destwerdanên derve û hundirîn li dijî destkeftî û nirxên gelê me bên kirin.

Back to top button