Çalakiyên ciwanan a şermezarkirina êrişên dewleta Tirk berdewam e

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û destekdayîna berxwedana gerîla çalakiyek li dar xist.

Ciwan a herêma Firatê duh konê çalakiyê li rojavayê Kobanê li bajarokê Qenayê bi diruşma “Werin cenga azadiyê û xiyanetê têk bibin” vegirt.

Ew çalakî bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla û hevkariya PDK’ê bi dagirkeriyê re, hate lidarxistin

Di çalakiyê de şêniyên navçeyên Çelebiyê, Sirîn, Şêran û Qenayê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl, bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger amade bûn.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û got:

“Ew wek ciwanên şorşeger dê çalakiyên li dijî êrişa hovane ya dewleta Tirk a dagirker li dar bixin û bang li ciwanan kir ku ji bo destekdayîna gerîla seferber bibin.”

Endama rêveber a Meclisa Jinan a PYD’ê şaxê herêma Firatê Naz Elî jî got: PKK’ê bi rêya fedekariyên xwe yên li Şengal, Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê xwe îsbat kir.

Endama rêveber a Kongra Star li navçeya Qenayê Cinîne Mihemed jî da zanîn destekdayîna gel ji berxwedana gerîla re tu hêz nikare vîna gel bisekinîne.

Back to top button