Dadgeha Hewlêrê cezaya zindanê li 5 girtiyên Behdînanê birî

5 Girtiyên Behdînanê ku ji sala 2020’an de hatine girtn, dadgeha PDK’ê ya Hewlêrê 2 sal cezayê girtîgehê li her girtiyekî birî.

5 çalakvanên ji Şêladizê ya girêdayî Behdînanê di kanûna 2020’an bi hinceta “ewlekariya neteweyî binpê kirine” ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin.

Dadgeha Hewlêrê îro biryara xwe ya dawî da û 2 sal cezayê girtîgehê li her girtiyekî birî.

Parêzerê Girtiyên Behdînanê Remezan Ersin di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku her 5 aktivîst di 17’ê mehê de hatibûn girtin.

Dadwer jî biryar da ku ew girtî bi serbesterdana bi şert werin berdan.

Li gorî yasaya serbestberdana bi şert ya Dadgeha başûrê Kurdistanê her salek ceza 3 meh jê tê kêmkirin.

Li gorî wê divê piştî mehek din her 5 girtî werin berdan.

Back to top button