Radestkirina belgeyên çekên kîmyewî ji bo OPCW’ê hat astengkirin

Li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li hemberî gerîla, Kurdistaniyên li Ewropa ji serê meha Gulanê ve çalakiya nobedê li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li dar dixin.

Çalakî her roja Sêşem û Pêncşemê li ber avahiya OPCW tê lidarxistin.

Kurdistaniyên li herêma Benelûksê ya ku Hollanda, Belçîka û Luksembûrgê pêşengiya çalakiyê dikin.

Firînên enternasyonalîstên ku plan kiribûn beşdarî çalakiya duh bibin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Li hêla din jî Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û heyeta pê re xwestin dosyaya delîlan pêşkêş bikin.

Lê hewldanên vê komîteyê jî hatin astengkirin.

Çalakgeran bertek nîşan dan ku saziyên navneteweyî bi taybetî OPCW di êrîşên bi çekên kîmyewî de hevkar in.

Back to top button