Nûnerê Îraqê li NY giliyê Tirkiyê li Konseya Ewlehiyê kir

Nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Husên Bahrlum li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk a dagirker kir û xwest hêzên dewleta Tirk ji nava xaka Iraqê derkevin..
Siyasetmedar Edhem Berzanî û parlementera berê ya başûrê Kurdistanê Geşe Dara jî bang li parlemento û gelê başûr kirin ku li hember êrişan bibin xwedî helwest..

Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bû mijara rûniştineke Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Nûnerê Iraqê yê li Neteweyên Yekbûyî NY Mihemed Husên Bahrlum di rûniştinê de axivî û diyar kir ku bahaneyên dewleta Tirk nerast in û xwest ku artêşa Tirk tavilê ji xaka Iraqê derkeve.

Her wiha Mihemed Husên Bahrlum li dijî binpêkirinên dewleta Tirk ji serweriya xaka Iraqê re bi rengekî fermî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî gilî kir..

Mihemed Husên Bahrlum qale vegerandina Iraqiyên li Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê jî kir..

Edhem Berzanî: Pêwiste parlemento li hember dagirkeriyê bibe yek

Siyasetmedar Edhem Barzanî jî derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê, li ser malpera xwe ya tevna civakî, peyamek belavkir.

Edhem Barzanî bang li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê dike û dibêje:

“Parlamentoya birêz a Kurdistanê, divê ji derveyî pirsgirêkên navxweyî, hûn dagirkirina xaka welatê me ji aliyê dewleta Tirk ve bînin bîra xwe.

Ev mijar beriya hemû mijaran tê.

Hebûn û nebûna me ye û ji bo vê pêwîste em hemû kom bibin û helwestek me ya netewî hebe.”

Parlementera berê Geşe Dara: Divê helwestek li dijî dagirkeriyê hebe

Parlamentera berê ya parlamentoya başûrê Kurdistanê Geşe Dara Hefîd jî derbarê êrişên dewleta Tirk de ji Rojnews re axivî.

Geşe Dara hevdîtina Mesrûr Barzanî ya 15’ê Nîsana 2022’an a bi Erdogan re bibîr xist û got:

“Mesrûr Barzanî ji bo leşkerên Tirk bîne Herêma Kurdistanê çû Tirkiyê. ”

Geşe Dara balkişand ser plana dewleta Tirk a xwe gihandina sînorên Osmaniyan û wiha dewam kir:

“Wana çav berdana ser xaka Kurdistanê, gelek caran bi xwe jî gotibûn, sînorê berê yê osmaniyan divê careke din vegere ser welatê wan.”

Geşe Dara di dawiyê de diyar kir ku ger ew li hemberî êrişên Tirkiyê bêdeng bimînin, wê aliyên navnetewî jî dengê xwe dernexin.

Back to top button