Piştî 10 salan ji girtinê, Meclisa Civaka Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sivîl a Reqayê Dêra Şehîdan vekir.
Çeteyên DAIŞ’ê bi dagirkirina Reqayê re, hemû dêrên li bajêr wêran kirin.
Lê piştî rizgarkirina bajêr Meclisa Sivîl a Reqayê jinûve dêra Ermen sererast kir û navê Dêra Şehîdan lê kir.
Di merasîmê vekirina dêrê de bi dehan şêniyên Reqa, meclisên sivîl; rûspiyên eşîr û karûbarên olî, endamên Meclisa Civaka Ermenî û gelek welatiyên xiristiyan amade bûn.
Endamê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ebduselam Hemsork vekirina dêrê li tevahî xiristiyanên li Reqa, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.
Li ser navê Meclisa Civaka Ermen birêz Can Marto wiha got: “Em vekirina vê dêrê li birayên xwe yên li Reqa û herêmên din pîroz dikin. Her wiha spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku pêdiviyên hemû mezheb û olan pêk tîne. Ev yek jî nîşaneya demokrasî û biratiya gelan e.”
Meclisa Civaka Ermenî deriyê dêrê vekir, beşdarî li hundir geriyan û mûmên ji 10 salan ve hatine vemirandin, pêxistin.