HPG’ê: Li herêma Zapê 22 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hêzên Parastina Gel-HPG’ê eşkere kir wan li dijî êrişên dagirkeriya Tirk, Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş destpê kirine.

Di çarçoveya pêngavê de, gerîlla li herêma Zap’ê rêzeçalakî pêk anîn û di encamê de 22 leşker hatin kuştin.

Li herêma Zapê, hêzên gerîlla li Qadên Girê FM û Girê Cûdî, pêngaveke şoreşgerî li dijî artêşa dagirker destpê kir.

Tîmên pispor ên canbexşên Apoyî di çarçoveya pêngavê de rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîn.

Di encamê de 22 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Di nava wan de fermandereke payebilind jî heye.

Her wiha darb li 3 helîkopteran hate xistin.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di pêngavê de ji fermandarên YJA-Starê Nalîn Firat şehîd bûye.

HPG: Cenazeyên 2 leşkerên Tirk tevî çekên wan di destê me de ne

Back to top button