Şêx Maşoqê Xiznewî…divê gelê Kurd mafê xwe bi hêzê bistîne

Îro salvegera şehadeta Şêx Maşoqê Xiznewî ye..
Vaye 17 sal di ser şehadeta wî re derbas dibin, lê hîna di dilê gelê Kurd de zindî ye..
Rejîma Sûrî jî hîna li sûcê mikur nayê û dosyaya wî winda dike..

Tim peyamên wiha dida Gelê Kurd..

Ji mafê xwe neyê xwarê..

Tu xwedî dîrok, çand û ziman î..

Û ji bo vê yekê jî tim xebat kiriye

Şêx Maşoq sala 1958’an li gundê Til Marûf ê Qamişloyê ji dayîk dibe..

Dr Xiznewî, master di lêkolînên Islamî de bi dest dixe, lê belê tim li ser xeta parastina Netewa Kurd jî dimeşe..

Û di hemû axaftin û xîtabên xwe de, hewl dide kurdan ji xewa giran şiyar bike.

Piştî serhildana 12 Adara 2004’an li Qamişloyê, Şêx Maşoqê Xiznewî, dengê xwe bilindtir kir..

Ji her kesî dixwaze xwedî li şehîdên xwe derkevin..

Bi vî awayî çavê Rejîma Sûrî lê sor bûn.

Ji gelê Kurd re digot, tu kes maf diyarî we nake, divê hûn mafê xwe bi hêzê bistînin..

Rejîmê xwe li ber vê gotinê negirt û dest bi siyaseta revandin û tesfiyekirinê kir.

Rejîma Sûrî heta îro jî li sûcê xwe mikur nayê

10 Gulana 2005’an Şêx Maşoq revandin û nema agahî jê hatin wergirtin…

Gelê Kurd jî li kolanê fişar kir.

Rejîmê jî 1 Hezêrana 2005’an got “”Xiznewî hatiye kuştin” û cenazeya wî li Dêra Zorê hatiye dîtin..

Lê xwe ji ber sûcê kuştin da û heta îro jî dide alî..

Vê yekê hêrseke mezin li nava gelê Kurd çêkir..

Xwepêşandan pêk hatin..

Bi hezaran daketin kolanan..

Lê heta îro, heman hişmendî û rêbazên wê rejîmê didome..

Û tevî derbasbûna 17 salan, gotinên şêx Maşoqê Xiznewî jî hîna zindî ne..

17 sal di ser revandina Şêx Maşoq re derbas dibin

Back to top button