Soran Omer:me Ji wezareta derve xwest êrişên Tirkiye werin rawestandin

Parlementerê Iraqê Soran Omer di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê de bi rêya serokatiya parlementoyê wezareta derve ya Iraqê ji mijarê agahdar kir.

Soran Omer li ser hesabê xwe yê facebookê ragihand, KNK’ê nameyek pêşkêşî wî kiriye û jê xwestine li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê werin sekinandin.

Soran got, Rêxistina Aştî ya Kurdistanê jî raporek gihandiye destê wî û tê de diyarkirin ku dewleta Tirk çekên kimyawî bikartîne.

Soran Omer di dewama peyama xwe de dibêje, wî ew rapor û name bi rêya cîgirê yekem ê serokê parlementoya Iraqê gihandiye wezareta derve ya Iraqê.

Ji wezareta derve hat xwestin komîsyonek derbarê mijarê de were avakirin.

Back to top button