9 kesên ku li Wanê hatin binçavkirin hatin girtin

Demên dawî dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li dijî Kurdên welatparêz operasyonên girtin û binçavkirinê zêde kirine.
9 kesên ku 3’ê Hezîranê li Wanê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Polîsên dewleta tirk bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Wanê 3’ê Hezîranê bi ser gelek malan de girt û bi hinceta endamtiya rêxistinê 17 kes binçav kirin.

Duh serdozgeriyê biryara girtina 9 kesan da û hatin girtin.

3’ê Hezîranê li bajarê Stenbolê jî 22 kes û li bajarê Tekîrdagê jî 36 kes hatibûn binçavkirin.

Back to top button