Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û TEV-DEM’ê têkildarî şehadeta têkoşer û pêşeng Ferhad Şibilî daxuyanî dan. Di daxuyanîyan de hat gotin:
“Tirkiye li pêş çavê civaka navnetewî terorê dimeşîne. Wê tola Şehîd Ferhad Şibilî li erdê nemîne û ev sûc neyê efûkirin.”
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya têkildarî şehadeta têkoşer û pêşeng Ferhad Şibilî daxuyaniyek da..
QSD’ê ji bo rêwîtiya siyasî, rêxistinî û civakî ya Şehîd Ferhad Şibilî got:
Me têkoşer Ferhad di rêwîtiya wî ya têkoşînê de li Bakur û Rojhilatê Sûrî nas kir.
Ew tim alîgirê doza gelê xwe bû.
Roleke girîng di damezirandina Rêveberiya Xweser de lîstiye.
Şehîd Ferhad li ser bingehê biratiya gelan, rihê wekhevî û hevkariyê di nava hemû pêkhateyan de çand.
Wî roleke bingehîn di lîdertiya siyasî de lîst û bû yek ji destkeftiyên şerê qehremanî yê gel û şehîdên me.
Fermandariya giştî ya QSD: Şehîdxistina Ferhad Şibilî, karekî tirsonek û bêbext ê dewleta Tirk e
Fermandariya Giştî ya QSD’ê êrişa dewleta tirk bi sûcekî li dijî têkoşer û gelê herêmê bi nav kir û destnîşan kir ku ev kar tê wateya rewabûna têkoşîna siyasî, leşkerî û civakî ye vê herêmê..
Fermandariya giştî ya QSD: Wê hêzên me bi hemû Rêbazên rewa tola têkoşer Ferhad Şiblî rake
QSD’ê piştrast kir ku ev hewldanên dewleta Tirk ku dixwaze gel û hêzan dûrî armancên wan ê rizgarkirina axê ji terorê bixîne, wê bê encam bin û wê têkoşîn heta rizgarkirina herêmên dagirkirî bidome.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê hişyar kir ku wê ev sûc neyê efûkirin û teqez wê bi hemû rêbazên leşkerî yên rewa tol were hilanîn.
Fermandariyê sersaxî ji malbata Şehîd Ferad, hevalên wî û gelê herêmê re xwest û soz da ku wê xwîna şehîd bibe destpêka rêya rêxistinkirina cemawerî û siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî: Tirkiye li pêş civaka navnetewî terora dewletê dimeşîne
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî derbarê êrişa Dewleta Tirk û şehîdxistina Ferhad Şiblî li ser hesabê xwe yê tora civakî peyamek da..
Mezlûm Ebdî di peyama xwe de sersaxî ji gelê herêmê û malbata şehîd Ferhad re xwest û got:
“Tirkiyê terora dewletê dimeşîne û bi hedefgirtina siyasetmedarên kurd li pêş çavê civaka navnetewî xwe serbilind dibîne.”
TEV-DEM: Hêzên koalisyonê bi bêdengiya xwe berpirsê vê êrişê ne
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM jî di destpêkê de sersaxi ji tevahî gelê herêmê û malbatên şehîdan re xwest û got:
“Ev êriş piştî civîna Astana û bi hevkariya hikumeta Iraq û PDK’ê pêk hatiye.
Em bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûc û karên tirsonek ên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina fermandar û sembolên me bi awayekî domdar, bi tundî şermezar dikin.
Li ser kar û xebata Şehîd Ferhad Şiblî jî TEV-DEM’ê got:
TEV-DEM: Em ê armanca şehîdên xwe pêk bînin û li ser riya wan bin
“Şehîd Ferhad Şiblî yek ji kesayetên fermandar ên Şoreşa Rojava bû, bi dehan salan xizmeta gel kir û parçeyek ji canê xwe feda kir.
Ew şoreşger û têkoşer bû û di avakirin û damezirandina Tevgera Civaka Demokratîk de xwedî ked bû..
Em soza şopandina rêya şehîd Ferhad û hemû şehîdên azadiyê didin û bi israrin armancên wan pêk bînin..
Em bang li hemû pêkhate, hêzên siyasî û nîştimanî, sazî û yekitiyên civaka sivîl dikin ku tevlî merasîma şehîd Ferhad bibin.”