Siyasetmedarên li herêmê Gêlo Îsa û Kamîran Kenco piştrast dikin ku armanca dewleta Tirk ji êrişên dawî dagirkirin e û ji bo zindîkirina DAIŞ’ê ne.
Siyasetmedaran bang li hêzên garantor ên li herêmê kir ku sînorekî ji kirin û sûcên dewleta Tirk re deynin
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa gef û êrişên dewleta Tirk ên dawî li ser herêmê û armancên wan nirxandin.
Gêlo Îsa anî ziman ger dewleta Tirk li dijî herêmê êrişekê pêk bîne ew ê di her alî de winda bike.
Gêlo Îsa diyar kir ku bêdengiya hêzên garantor ên li herêmê rê dide Tirkiyê ku li dijî herêmê gefan bixwe û her roj êriş bike.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a urd li Sûriyê Gêlo Îsa piştrast kir yekane armanca dewleta Tirk ji êrişan berfirehkirin dagirkeriyê ye.
Kamîran Kenco: Tirkiye bi êrişan dixwaze DAIŞ’ê zindî bike
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Kamîran Kenco jî li dijî van êrişan helwest nîşan da.
Ew dibêje êriş û gefên dewleta Tirk ji bo zindîkirina DAIŞ‘ê li herêmê ye.
Kamîran Kenco bal kişand ser plana Tirkiyê ya guhertina Demografîk û behsa rewşa xerab a herêmên dagirkirî kir.



