Li Idlibê dagirkirî Hêzên Amerîkî êrişî komên çete yên girêdayî dewleta Tirk kir.
Di vê êrişê de, serçeteyekî Huras El-Dîn bû armanca balafirên Amerîkayê.
Artêşa Amerîkî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan serçeteyekî girêdayî komeke girêdayî El-Qaîdê kiriye armanc.
Ev serçete jî li gorî ku artêşê ragihandiye, Ebû Hemze El-Yemenî ye û di koma Huras El Dîn de cih digire.
Li gorî heman daxuyaniyê, serçete Ebû Hemze di dema li ser motroskiletekê û bi tena xwe ber bi cihekî ve diçû, bûye armanc û hatiye kuştin.
Çeteyên Huras El-Dîn komeke radîlkal e û berî niha navê wê li lîsteya terorê hatibû zêdekirin.
Jixwe ne cara yekem e ku Amerîka komên çete yên dewleta Tirk bombebaran dike.