Rûsya êrişî Odessa kir; 18 kes mirin 38 birîndar bûn

Texmînên ji bo dijwarbûna êrişên Rûsya li dijî Ukrayna yên piştî civîna NATO rast derketin.
Rûsya piştî lûtkeya NATO, êrişî bajarê Odessa yê li başûrê welat kir.
Di encamê de, 18 kes hatin kuştin û 38 jî birîndar bûn.

Rûsya êrîşên xwe yên li ser cihên sivîlan ên li Ukraynayê didomîne.

Leşkerên rûsî bi moşekan êrişî avahiyên li Bilhorod-Dnistrovskyi ya herêma Odessa ya Ukraynayê kir.

Alîkarê Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Kiril Tîmoşenko ragihand ku di êrîşan de 18 kes mirin.

Li gor daxuyaniya Servîsa Lezgîn a Ukraynayê di avahiyê de 16 û li cihê razanê jî 2 kes mirine.

Her wiha bi giştî 38 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de beşek ji avahiyê hilweşiyaye.

Li aliyekeyî din, doh rêveberiya Moskow ragihandibûn ku wan bo armanceke baş nîşan bidin ji Grava Mar vekişiyane.

Rêveberiya Kîevê jî ev yek red kir û got:

Di encama şerekî dijwar de wan kariye gravê ji artêşa Rûsya bidest bixin.

Back to top button