PDK’ê nehişt Edhem Barzanî derbasî Başûr bibe

Siyasetmedar Edhem Barzanî yê ku berî mehekê serdana Îranê kir û duh xwest vegere Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin.

Edhem Barzanî duh ji bo Cejna Qurbanê xwest vegere Başûrê Kurdistanê lê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin.

Rê nehat dayîn Edhem derbasî Hewlêrê bibe.

Hate zanîn ku li gel barzanî ferdên malbata wî hebûne û ji ber ku hêzên PDK’ê destûr nedana vegere, neçarmaye ku paşde vegere Îranê.

Ji Edhem Barzanî peyama Cejnê: Ji ber ez ne di nav xaka niştiman de me ez dilgiranim

Siyasetmedar Edhem bi boneya Cejnê peyamek belav kir û got;

“Ji ber ku di vê cejnê de ezne li ser xaka nîştiman, welatiyên ezîz, hêja û hevalên xwe re me, dilgiranim.

Bi boneya hatina Cejna pîroz ya Qurbanê pîrozbahiyên xwe yên herî ciwan pêşkêşî we xoşewîstên di vê mala mezin a Kurdistanê de dikim.

Bi çi awayî be ez ji we durnakevim, ezê hertim piştgiriya daxwazên civaka Kurdistanê bikim.”

Back to top button