Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer der barê Şoreşa 19’ê Tîrmehê de nirxanidn kir.
Koçer anî ziman armanca vê şoreşê, ne avakirina dewletê yan jî desthilatê, lê belê firehkirina qada demokratîk e ku li şûna pergala dewletê be.
Hesen Koçer tekez kir ev şoreş wê bi yekîtiya pêkhateyên herêmê were parastin.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer têkildarî salvegera 10’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.
Hesen Koçer destpêka nirxandina xwe balkişand li ser cûdahiya şoreşa rojava ji yên sedsala 20’an û ev got:
“Şoreşên di sedsala 20`an de hewl dan dewletê hilweşînin û dewleteke din ava bikin.
Ji ber wê ji civakê dûr ketin û di encama de hilweşiyan.
Lê belê şoreşa 19`ê Tîrmehê têgeheke felsefî ya nû ji xwe re kir bingeh ew jî avakirina civakeke azad û demokratîk e.”
Li ser armanca şoreşa 19’ê Tîrmehê jî Hesen Koçer dibêje:
“Armanca vê şoreşê, ne avakirina dewletê yan jî desthilatê ye, lê belê firehkirina qada demokratîk e da ku li şûna pergala dewletê be.
Ji ber vî fikrî tevî hemû êrişan, heta niha li ser piyan e û hêviyeke mezin daye demokratên li cîhanê.”
Hesen Koçer: Astengiya herî mezin li pêşiya şoreşê hişmendiya desthilatê ye
Hesen koçer diyar kir ku li pêşiya şoreşê astengiya herî mezin hişmendiya desthilatdariyê ye û wiha domand :
“Ger îro di gelek aliyan de pirsgirêk derdikeve sedem ew e ku endamê civakê hîn di bin bandora hişmendiya desthilatdariyê de ne.
Xilasiya ji vê zihniyeta desthilatdar astengiya herî mezin.
Hişyarkirina civakê, pêşxistina wê ji aliyên siyasî, civakî û çandê ve, bilindikirina pîvana exlaqê di civakê de, armanca sereke ya şoreşê ye.
Hesen Koçer da zanîn ku hêzên herêmî taybet jî dewleta Tirk îro bi rêya heşîş, dizî, sîxurî û şerê taybet, şoreşê dikin armanc û dixwazin wê ji her alî ve têk bibin.
Hesen Koçer: Bi yekîtiya pêkhateyan em ê şoreşê biparêzin
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer dawiyê tekez kir ev şoreş wê bi yekîtiya
pêkhateyên herêmê were parastin û aram bimîne.