Li Spanya 190,000 hektar erd şewitî

Pişika cîhanê dişewite.
Li Ewropa û Amerîka şewata li daristanan, metirsiya herî mezin ya li pêşiya cîhanê radixe ber çavan.
Tenê li Spanya, Îtalya, Fransa, Portugal û Îngilistanê nêzî 500 hezar hektar daristan şewitiye.
Di nava 2 hefteyên dawiyê de, tenê li Spanya û Portugalê ji ber germahiya zêde, hezar û 743 kes mirin e.

Ewropa germaya zêde re di şewite.

Li Spanya ji ber şewatên daristanê yên di nava hefteya dawiyê de pêk hatî heta niha nêzî 190 hezar hektar erd şewitiye.

Di 319 şewatên li cihên cuda pêk hatî de, ziyaneke mezin li welat kiriye.

Di nava 15 salên dawiyê de, ji ber şewatê demsala havînê ya herî zehmet heye.

Li Portugalê li 148 deverên cuda şewat pêk hat

Li Portogal ya dikeve rojavayê Spanya jî rewş hemane.

Dumanê asîmanên şîn yên welat pêçaye û germahiya zêde rewşê aloztir dike.

Tîmên agirkujiyê ji bejahî û asmanî de hewil didin agir vemirînin.

Heta niha li welat ji ber 148 şewatên li deverên cuda yên welat pêk hatî, 47 hezar hektar erd şewitiye.

Hîna jî metirsiya zêdebûna agir dewam dike.

Di nava 2 hefteyên dawiyê de, tenê li Spanya û Portugalê ji ber germahiya zêde, hezar û 743 kes mirine.

Li Fransa 40,000 hektar erd şewitî

Ev der jî Fransa ye.

Germahiya li welat, jimara şewatan jî zêde dike.

Dumana ji şewatê êdî digihêje paytext Parisê.

Li nava welat hewildanek zêde ya ji bo kontrolkirina şewatê heye.

Lê heta niha jî nekarîne bi giştî agirê heyî vemirînin.

Ji ber 224 şewatên li herêmên cuda yên welat heta niha 40 hezar hektar erd şewitiye.

Li Îtalya li 228 deverên cuda şewat pêk hat

Îtalya jî dixwaze ji kabûsa şewatê xelas bibe.

Bi hefteyane, şewatên li nava daristanê welat di nava dumanê de hiştiye.

Li 228 deverên cuda yên li welat şewat pêk hatiye.

Her çiqasî beşek ji van hetiye kontrolkirin jî lê hîna şewat li hinek beşan dewam dike.

Ev şewat bûne sedema 26 hezar hektar erd bişewite.

Îngilistan jî berdêla guherîna rewşa avhwa dide.

Li welat germa herî zêde tê tomarkirin û daristanên welat dişewitin.

Li 10 deverên cuda yên paytext Londonê hewildanên vemirandina şewatê didomin.

Rewşa li Yewnanîstanê jî ne kêmî ya van welatan e.

Back to top button