Dewleta Tirk a dagirker careke din gundê Perxê toparan kir

Dewleta Tirk a dagirker careke din dundê Perexê yê Zaxoyê toparan kir û di heyama 24 saetan de 21 top li gund ketine.

Dewleta Tirk di 20’ê Tîrmehê de, cihê geştiyariyê yê li gundê Perexê yê Zaxoyê, topbaran kir.

Ji ber bombebaranê 2 jê zarok bi giştî 9 sivîl Kuştin û 22 kes jî birîndarin.

Topbaran ji qereqola Kirya Reş ya bi ser Silopayê ve hat kirin.

Îro Artêşa Tirk careke din gundê Perexê da ber topan.

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji herêmê stendiye, dewleta Tirk a dagirker dîsa li seyrangeha gundê Perexê ya Zaxoyê daye.

Di 24 saetên dawîn de 21 top li gundê Perexê ketine.

Artêşa Tirk cihê geştiyariyê li gundê Perex ê ser bi Zaxo ve topbaran kir

Back to top button