Artêşa Tirk bi kepçeyan hewl dide çeperên berxwedanê hilweşîne

Dewleta Tirk a dagirker ji 14’ê Nîsanê ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bênavber êrîşên xwe didomîne.Artêşa Tirk a dagirker her curên şerê qirêj bi kar tîne, lê dîsa jî nikare berxwedana gerîlayan bişkîne.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê bişkîne, her cure metoda şer bi kar tîne.

Di dîmenan de tê dîtin ku artêşa Tirk li Girê Werxelê bi kepçeyan hewl dide çeper û tunelên berxwedanê hilweşîne.

Artêşa dagirker di çar mehên dawîn de çekên kîmyewî, gaza jehrî, bombeyên termobarîk, bombeyên taktîk nukleer li dijî gerîla bikartîne,lê dîsa nikare vîna gerîla bişkîne.

Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku artêşa Tirk gelek caran kepçe ji ser sînorê Tirkiyeyê aniye Girê Werxelê.

27’ê Tebaxê jî hêzên PDK’ê bi 2 kepçeyên mezin, 5 bûldozer û 5 wesayîtan hewl dida ber bi nava qadên berxwedanê ji dewleta tirk re rê çêbike.

Back to top button