Rîham Heco: Li hember êrişan divê Êzidî dev ji axa xwe bernedin

Endama Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Heco diyar kir ku hikumeta Iraqê û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî berpirsên êrişên li ser Şengalê ne.

Endama Meclisê anî ziman ku dewleta Tirk, hikumeta Iraq û PDK`ê dixwazin herêma Şengalê ji niştecihên wê vala bikin û dijminatiya êzidiyan dikin.

Rîham Heco da zanîn ku li hember êrişên li ser civata êzidî û têkbirina komployên dijminên vê civatê, divê berxwedan li ser axa Şengalê berdewam bike.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, hikumeta Iraqê berpirsa êrişên li ser Şengalê dît û bang li Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li hember van sûcan bi erkê xwe rabe.

Rîham îşaret bi siyaseta qirêj a li dijî civata êzidî kir ku bang li êzidiyan kir ku dev ji axa xwe bernedin.

Duh (TAJÊ) li ser malperên medya civakî kampanya haştaga “Na ji koçberiyê re” dabû destpêkirin û tê de bang li êzidiyan kir ku dev ji xaka xwe bernedin.

Back to top button