Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd ya Helebê Endama Meclisa PAJK’ê Delal Nûrhak bi bîranî.
Bîranîn li hola civînan ya li taxa Şêxmeqsûd bi beşdariya bi dehan şêniyên taxê û nûnerên komun û meclîsên jinan pêk hat.
Di bîranînê de bi navê Kongra Star Arjîn Amed axivî û da zanîn ku şehîd Delal dixwest zanabûna xwe bi civakê re parve bike.
Endama Kongra Star a bajarê Helebê Zeyneb Elî got: Em ê hemû li ser şop û xeyalên Şehîd Delal têkoşîn û xebatên xwe bimeşînin.
Piştî axaftinan li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Delal Nûrhak sînevziyonek hat nîşandan.
Delal Nûrhak (Esma Arat) di 13’ê Îlona sala 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li gel milîtana ciwan Zîlan Qamişlo şehîd bibû.